Merîwan; Heft roj binçavkirin û ti agahî li ser çarenuvîsa Êrfan Mihemedî tune
19:04 - 30 Kanûna pêşîn 2025
Roja Sêşemî, 2ê Befrabbara 1404an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê "Êrfan Mihemedî", kurê Ebdula xelkê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin, û heft roj piştî binmavkirinê, ti agahî li ser çarenivîsa wî tune.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye
, hêzên ewlehiyê ev welatiyê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî binçav kirin e.
Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Mihemedî piştî binçavkiinê ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û ji mafê hebûna parêzer û hevdîtinên bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.
Êrfan Mihemedî di sala 1371an a Rojî de li Sine ji dayik bûye.
Heta dema vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatine kirin tune ne.