Urmiye; Çengîz Cehangîrî, blognivîs û satîrîst, bi danîna barimteya Yek miyard Tûmenî hate berdan
07:19 - 24 Kanûna pêşîn 2025
Roja Duşemî, 1ê Befranbara 1404an a Rojî, Çengîz Cehangîrî, blognivîs û satîrîstê xelkê bajarê Urmiyê, piştî ku barimteya Yek milyard Tûmenî da, ji navenda binçavkirinê ya polîsên FeTA ya Urmiyê bi awayek demkî hate berdan.
Li gorî çavkaniyek agahdar, ev welatiyê Kurd di dema binçavkirinê de ji hebûna mafê parêzer û hevdîtinên bi malbata xwe re bêpar maye.
Blognivîs û satîrîst roja Şemiyê, 19ê Sermawza 1404an a Rojî, piştî ku ji ber weşandina nivîsên rexnegir li ser medyaya civakî ji polîsên FeTA ya Urmiyê re hate gazîkirin, hate binçavkirin.