Mihemed Babayî li girtîgeha Sine hat îdamkirin
22:13 - 2 Îlon 2025

Sibeha roja Sêşemê 11 Xermanana 1404`an a Rojî, cezayê îdamkirinê yê girtiyekî bi navê "Mihemed Babayî", yê temen 44 salî, xelkê gundê "Dêzlî" ya ser bi bajarê Servavayê, li girtîgeha Navendî ya Sine hat bicihanîn.
Ev girtî berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû binçavkirin û dû re ji aliyê dezgeha dadweriya Îranê ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
Heta niha, nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê rayedarên fermî an medyaya li hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.