Seyid Hisên naskirî bi (Zanko) Mihemmedî bi danîna barimteyê ji girtîgeha Bokanê azad bû
21:31 - 17 Tebax 2025

Roja Şemiyê 25 Gelawêja 1404an a Rojî, welatiyê kurd bi navê «Seyid Hisên naskirî bi(Zanko) Mihemmedî» xelkê gundê «Alîkend» ya Bokanê bi danîna barimteya 500 mîlyon Tûmenî ji girtîgeha vê bajarê azad bû.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, ev welatî ji bo lêkolînê hate guhastin bo yek ji girtîgehên ewlehiyê ya Urmiyê û piştî bidawîbûna lêkolînê hate veguhastin bo girtîgeha Bokanê.
Roja Înê 10 Gelawêja 1404an a Rojî, ewî li ser daxwazê Idareya îtla`atê ya Bokanê hatibû binçavkirin.
Seyid Hisên Mihemmedî berê jî hatibû binçavkirin û lêpirisînkirin.
Heta îro ti agahiyeke rast li ser sedema binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê kurd nehate wergirtin.