Veguhastina Esed Sidîqî bo yek ji girtîgehên ewlehiya Sineyê
00:15 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2025

oj Yekşemî 29ê Pûşpera 1404an a Rojî, Esed Sedîqî, endamê koma çiyaegerîya “Helû” ya Seqiz û xelkê gundê “Kawmela” ya bajarê Seqizê, bo lêpirsînê hate veguhastin bo yek ji girtîgehên ewlehiya Sineyê.
Li gora çavkaniyek agahdar, ev çiyagerê kurd di dema binçavkirinê de heta niha ji mafê hebûna parêzer û, têkiliya telefon û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar ma ye.
Roj Çarşemî 25ê Pûşpera 1404an a Rojî, hêzên ewlehî bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê êrîşî mala vî çiyagerê kurd li gundê “Kawmela” de kirine û ev binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti agahiyek rast li ser sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina vî şêwirmendê vî endamê koma çiyageriya “Helû” ya Seqiz nehatiye dayîn.