Pîranşar; Binçavkirina Hamid Şamî û bêagahî li derheq rewşa wî

23:17 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2025

Sibehê Pêncşemî, 19ê Pûşpera 1404an a Rojî, welatiyek kurd bi navê "Hamid Şamî" xelkê Pîranşarê, ji hêla hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar ve hate veguhastin.
 
 Li gor gotina çavkaniyek agahdar, hêzên ewlehiyê bê nîşandana belgeya dadwerî xaniyê vî welatiyê êrîşkirin û paşî lêgerîna xaniyê, wî kirin.
 
 Vê çavkaniyê zêde kir: Heta niha, li derheq lêpirsiyên malbata vî welatiyê kurd bo agahibûn ji rewşa wî tu encamê nehatine girtin û wî ji mafê hebûna parezer û hevdîtina bi malbata xwe bê par bûye.
 
Hamid Şamî berê jî bi tohmeta "hevkarî bi yek ji partiyên kurd ên opozîsyona hikûmeta Îranê" ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û paşî derbasbûna 25 rojan lêpirsîn azad bûbû.
 
Ev welatiyê kurd zewicîye û xwedî yek zarok e.
 
Heta dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Hamid Şamî tu agahiyek nehatiye bidestxistin.