Omid Şokirîpûr, girtiyê kurd di  girtîgeha Kerecê de hate îdamkirin

14:05 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2025

Sibehê roja Çarşemî, 18ê Pûşpera 1404an a Rojî, girtiyekî kurd bi navê "Omid Şokirîpûr", xelkê bajaroka Zerdelan a ser bi bajarê Helîlan girêday parêzgeha Îlamê, di  girtîgeha Kerecê de hate îdamkirin.
 
Ev girtiyê han yê temen 42 salî, 6 salan beriya niha bi tohmeta  "kirîn û firotina maddeyên hişber" hatibû binçavkirin û paşê ji hêla Dezgeha dadweriyê ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, îdamkirina vî girtiyê ji aliyê berpirs an jî medyayên navxweyî yên Îranê ve nehat ragihandin.