Pîranşar; Binçavkirina Ezîz û Zanyar Xizirî, bav û kur, ji hêla hêzên ewlekar ve û veguhastina wan bo cihek nediyar
14:05 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2025

Roja Pêncişemî, 19 Pûşpera 1404an a Rojî, du welatiyên kurd yên xelkê Pîranşarê, bi navên "Ezîz Xizirî" temen 57 salî, kurê Rehîm, û "Zanyar Xizirî" temen 35 salî, bav û kur in, ji hêla hêzên ewlekar ve hatin binçavkirin û bo cihek nediyar hatine veguhastin.
Li gorî çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Ev herdu welatiyên kurd ku rûniştiyên gundê "Endîze" ya ser bi bajarê Pîranşarê ne, sibeha 19ê Pûşpera 1404`an a Rojî de bi êrîşa hêzên ewlekar li ser malê û bê nîşandana belgeya dadgehê hatin binçavkirin.
Heta dema belavkirina vê nûçeyê, sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî van herdu welatiyên kurd hîn jî ne diyar e.