Îlam; Nasir Zomorodî, piştî bangkirinê bo dadsera bi çar tohmetan hatiye binçavkirin û piştî derbasbûna 5 rojan hîn jî agahîyeke li derheq rewşa wî tune ye

Roja Sêşemî 17ê Pûşpera 1404an a Rojî; "Nasir Zomorodî", welatiyê kurd, yê temen 38 salî, xelkê Îlamê, piştî bangkirina bo taya 7 a dadseraya giştî û şoreş a Îlamê, hat binçavkirin û piştî derbasbûna 5 rojan, ti agahiyek li derheq cihê ragirtin û rewşa wî tune ye.
Li gorî çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Di 13ê Pûşpera 1404an a Rojî, "Nasir Zomorodî" piştî bangkirina bo taya 7 a lêkolînê a dadseraya giştî û şoreş a Îlamê, bi tohmêtên "bêrêzîkirin bi pîrozahiyên Îslamê", "bêrêzîkirina bi serokatiyê", "propaganda li dijî rêberê hukûmetê" û "belavkirina agahiyên şaş" destûra binçavkirina demkî bo heyama du mehan, hat binçaνkirin.
Çavkaniya agahdar a Kurdpa ku nûçeya binçavkirina wî welatiyê kurd piştrast kir, dibêje; cihê rast a ragirtina Zomorodî û bêparbûna wê ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbatê re bûye û heta niha bêpar maye.