Merîwan; Berdewamiya binçavkirin û bêagahiyê li ser rewşa Emîr Emcedî
23:40 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2025

Herçiqas hefteyek ji dema binçavkirina Emîr Emcedî, welatiyê kurd yê xelkê Merîwanê, derbas bûye, lê hîn agahiyeke rast li ser rewşa wî tune ye.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, ev welatiyê Kurd heta niha ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye.
Emcedî roja înê 27ê Pûşpera 1404an a Rojî bêy nîşandana belgeya dadgehê di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlekar ve hat binçavkirin û hate veguhêrandin cihek nediyar.
Heta niha, ti agahiyek rast li ser sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Emcedî tune ye.