Birîndarbûna Rizgar Mehemmedî, kolberê xelkê Bokanê li sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî

22:20 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2025

Roja  17ê Pûşpera 1404an a Rojî, Rizgar Mehemmedî, kolberê kurd ê xelkê bajarê Bokanê ku di rojên dawî de li sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî birîndar bibû, hîn jî di nexweşxaneyê de hate razandin.
 
 Li gorî çavkaniyek agahdar ji ku ji Kurdpayê re ragihandiye; roja înê 13 Pûşpera 1404`an a Rojî, Rizgar Mehemmedî, kolberê teme 42 salî û xelkê Bokanê, li sînorê "Hengejal" a Banê bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî birîndar bû û ji ber giranbûna birînan hate veguhastin bo nexweşxaneya Sine û heta niha li vir tê ragirtin.
 
Rizgar Mehemmedî, zewicî ye.