Pîranşar; Aryen Meşayîxî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

16:33 - 22 Hezîran 2025

Roja Pêncşemî, 29 Cozerdana 1404`an a Rojî, yek ciwanê kurd bi navê "Aryen Meşayîxî" kurê Zorar, xelkê gundê "Gerdrehmet" ya ser bi bajarê Pîranşar, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û hat veguhastin bo cihê nediyar.
 
 Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlehiyê bê ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ev ciwanê kurd li pîranşarê  binçavkirin e.
 
 Heta dema belavbûna vê agahiyê, ti agahî li ser sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Aryen Meşayîxî nayê zanîn.