Fûad Muradî piştî bangkirinê bo idareya îtlaatê ya Dîwandere hat binçavkirin
23:31 - 18 Hezîran 2025

Di roja Yekşemê, 25 Cozerdana 1404an a Rojî de, Fûad Muradî, welatiyê kurd ye xelkê gundê "Kîle Kebûd" ya ser bi bajarê Dîwandere, piştî bangkirina bo îdareya îtlaat ya vî bajarî, hat binçavkirin.
Li gorî gotina çavkaniya agehdar, ev welatiyê kurd bi telefona xwe hat bang kirin bo îdareya îtlaat ya Dîwandere û piştî ku seredana vê îdareya ewlehiyê kir, hat binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba bangkirin, binçavkirin û tohmetê li dijî Fûad Muradî nehatine bidestxistin.
Roja Yekşemî, 18 Xermanana 1403`an a Rojî de jî, Fûad Muradî bê ku belgeya dadgehê were nîşandan ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştire bi danîna barimteyê hatibû azad kirin.