Xoy; Binçavkirina bi tundî ya Emîn Se'doyî ji hêla hêzên ewlehiyê ve û bêagahî li ser rewşa wî

23:30 - 18 Hezîran 2025

Di Sêşemê, 27 Cozerdana 1404`an a Rojî de, welatiyek kurd bi navê "Emîn Se'doyî", xelkê gundê "Tarîmîş" ya ser bi  Kutula bajarê Xoyê, bi awayekî pir tund û bi zor ji hêla hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û hat veguhastin bo cihê nediyar.
 
Gorî gotina çavjaniyeke agehdar, bi dehan kesên hêzên ewlehiyê bê ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ev welatiyê Kurd di rêya vegera xwe ji Selmas bo Xoyê de, di nuqta kontrolê de, bi tundî binçav kirin e.
 
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Ev welatiyê kurd di dema binçavkirinê de ji hêla hêzên ewlehiyê ve bi tundî rastî lêdanê hatiye.
 
Vê çavkaniyê got jî: Heta niha hemû hewlên malbata Emîn Se'doyî bo agahdar bûn ji rewşa wî bê encam maye û ji ber binçavkirina bi tundî malbata wî pir xeyidî û dilgiran in li ser rewş û jiyana wî.
 
Emîn Se'doyî temen 43 salî ye û kurê Fezî ye.
 
Heta dema belavbbûna vê nûçeyê, ti agahî li ser sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê kurd nayê zanîn.