Secad Muradî Motleq, girtiyê xelkê Hersînê, li Girtîgeha Qizil Hisar a, Kerecê, hat îdamkirin

Sibeha Çarşemê 21 Cozerdana 1404an a Rojî, Seced Muradî Motleq, girtiyê xelkê Hersîn û rûniştiyê Kirmaşanê, li Girtîgeha Qizil Hisar a , Kerecê, hat îdamkirin.
Ev girtî roja Şemiyê 19ê Cozedana 1404`an a Rojî, ji bo bicîhanîna cezayê îdamê hatibû veguhastin bo odeya takekesî ya li Girtîgeha Qizil Hisara, Kerecê.
Ev girtî berê bi tohmeta "kirîn û firotina madeyên hişber" hatibû binçavkirin û piştire ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
Secad Muradî Motleq zewicî ye û zarokekî wî heye.
Heta niha, nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê rayedarên fermî an medyaya li hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.
Her di vê pêwendiyê de, sibeha roja Çarşemê 21ê Cozerdana 1404an a Rojî, du girtiyên Kurd ên bi navên "Erdeşîr Soltanabadî" yê xelkê Hersîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê û "Mesûd Nasirî" xelkê Kirmaşanê, ku berê bi tohmetên "kirîn û firotina madeyên hişber" cezayê îdamkirinê li wan hatibû birîn, li girtîgeha Qizil Hisar a Kerecê hatin îdamkirin.