Erdeşîr Soltanabadî û Mesûd Nasirî, du girtiyên Kurd, li girtîgeha Qizil-Hisar a Kerecê hatin îdamkirin

18:18 - 11 Hezîran 2025

Sibeha roja Çarşemê 21 Cozerdana 1404`an a Rojî, du girtiyên Kurd yên bi navên "Erdeşîr Soltanabadî" xelkê bajarê Hersîn ser bi parêzgeha Kirmaşanê, û "Mesûd Nasirî" xelkê Kirmaşanê, li girtîgeha Qizil-Hisar a Kerecê hatin îdamkirin.
 
Ev her du girtî berê bi tohmetên  "kirîn û firotina madeyên hişber" hatibûn binçavkirin û piştire ji aliyê dezgeha dadweriyê ve cezayê îdamkirinê li wan hatibû birîn.
 
Ev her du girtî zewicî ne û zarokên wan hene.
 
Heta niha, nûçeya îdamkirina van her du girtiyên Kurd ji aliyê rayedarên fermî an medyaya li hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.