Kirmaşan; Dadgeh ji bo guhdarîkirina tohmetên li dijî Ebdullah Rizay, çalakvanekî sendîkaya mamosteyan, hat lidarxistin

20:54 - 10 Hezîran 2025

Roja Duşemê 19 Cozerdana 1404an a Rojî, li ataya 1 a Dadgeha Şoreşê ya Kirmaşanê, ji bo guhdarîkirina tohmetên li dijî Ebdullah Rizay, çalakvanekî sendîkaya mamosteyan û endamê rêveberiya Komeleya Sendîkaya Mamosteyên Hersîn, civîna dadgehê hat lidarxistin.
 
Dadgehê ev çalakvanê sendîkaya mamosteyan bi "propagandaya li dijî hikûmetê bi rêya lidarxistina kombûnên neqanûnî" tohmetbar kir û wî parastina xwe ya dawî pêşkêş kir.
 
Roja Duşemê 20 Reşemeha 1403an a Rojî, li Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya vî bajarî, civîna lêpirsînê ji bo vî çalakvanê sendîkaya mamosteyan û endamê rêveberiya Komeleya Sendîkaya Mamosteyên Hersînê bi tohmeta "propagandaya li dijî hikûmetê bi rêya lidarxistina kombûnên neqanûnî" hatibû lidarxistin.
 
Ev çalakvanê sendîkaya mamosteyan piştî ku ji tohmetan agahdar bû, piştî danîna barimteya Yek milyard tumenî, bi awayek demkî hatibû berdan.
 
Ebdullah Rizayî di 15ê Reşemeha 1403`an a Rojî de gazînameyek wergirtibû.