Mehabad: Binçavkirin û bêagahî li drheq rewşa Seyîd Kemal Îbrahîmî, ciwanê kurdê xelkê Nexede û mamostayê zanîngeha Mehabadê

9ê Pûşper 1404an a Rojî; bi derbasbûna sê rojan li ser binçavkirina bereday ya Seyîd Kemal Îbrahîmî, ciwanê kurdê xelkê bajarê Nexede û mamostayê zanîngeha Perestarî li Mehabadê, heta niha tu agahîyek li ser rewş û cihê ragirtina wî tune ye.
Li gorî çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Roja Şemiyê 7ê Pûşpera 1404an a Rojî, Seyîd Kemal Îbrahîmî, temen 31 salî, ciwanê kurdê xelkê bajarê Nexede û mamostayê zanîngeha perestarî li Mehabadê, bi êrîşa hêzên ewlekar a îdareya îtlaatê li cihê karê wî di zanîngehê de, bê belgeya dadgehê binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.
Çavkaniya Kurdpa dibêje; Herçiqas malbata wî pir caran li ser rewş û cihê binçavkirina wî lêpirsin, lê tu agahîyek tune ye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê jî, sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî mamostayê zanîngehê nehatîye bidestxistin.
Divê bê gotin, di rojên 3 û 5ê Pûşpera 1404an a Rojî de, 6 ciwanên kurd ên din yên xelkê bajarê Nexede, bi navên Emîn Başokî, Kawe Qadirî, Rehman Xalxanî, Ferhad Kerîmî, Saman Kakememî û Saman Seyîd Mehmûdiyan, jî ji hêla hêzên ewlekaran bê belgeya dadgehê hatine binçavkirin û bo cihek nediyar hatine veguhastin.