Merîwan: Binçavkirin û bereday ya Hemze Osmanî, Ebdullah Baxe, Omîd Baxe û Ramiyar Rizaî li Merîwanê

Li roja Yekşemê, 8ê Pûşper 1404ana Rojî, çar welatiyên Kurd yên xelkê gundê "Derenaxî" ya ser bi bajarê Merîwanê bi awayekî bereday ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û veguhastin nav ciheke nediyar.
Li gorî çavkaniyeke nêzîk a Kurdpayê, çar welatiyên Kurd bi navên "Hemze Osmanî" temen 24 salî, kurê Esed, "Ebdullah Baxe" temen 35 salî , "Omîd Baxe" temen 30 salî, kurên Elî û "Ramyar Rzaî" temen 25 salî, kurê Faruq xelkê gundê "Derenaxî" ya ser bi bajarê Merîwanê, di demjmêr 5ê sibeha roja Yekşemê, 8ê Pûşpera 1404an a Rojî de, bi êrîşa hêzên ewlehiyê yên îdareya îtla`at ya "Serwavayê" hatin binçavkirin û veguhastin nav cihek nediyar.
Çavkaniya Kurdpayê dibêje: Binçavkirina van welatiyan bê belgeya dadgehê hatîye kirin.
Hêzên ewlehiyê êrîşî ser mala wan kirin û hin tiştên taybetî wan, bê belgeya dadgehê, bi xwe re birin e.
Li gorî gotina çavkaniya Kurdpayê: "Omîd Baxe" û "Ebdullah Baxe" du birayên hev in. Hinekê dema binçavkirina "Hemze Osmanî", birayê wî "Ehsan Osmanî" jî li dijî van kiryarên hêzên ewlehiyê xebitand, ku di encamê de ev jî hat binçavkirin, lê piştî çend demjmêran hat berdan.
Vê çavkaniya agehdar zêde kir ku ev welatiyên binçavkirî heta niha ti derbasiya binçavkirin û kiriyarên nerêde tune bûne û tenê karê wan karîgerî bûye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li ser sebebên binçavkirin, tohmet, rewş û cihê wan welatiyan nayê zanîn.