Bokan؛ Kerîm Qadirpûr, bavê dadxwaz, hate binçavkirin

Roja Çarşemî 28 Cozerdana 1404an a Rojî, Kerîm Qadirpûr, bavê Awat Qadirpûrr, yek ji şehîdên sehildana Jin, Jiyan, Azadî xelkê bajarê Bokanê, ji hêla hêzên ewlekar ve hate binçavkirin û veguheztin bo cihek nediyar.
Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, hêzên ewlekar bê nîşandana belgeya dadgehê ev bavê dadxwaz binçav kirin û piştî 10 rojan ji dema binçavkirinê ve, hîn jî agahîya rast li ser rewş û cihê ragirtina wî tune ye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Qadirpûr tune ye.
27 Xezelwera 1401an a Rojî, Awat Qadirpûr temen 20 salî, xelkê gundê "Melaler" û rûniştiyê bajarê Bokanê, di sehildana gel a vî bajarî de bi teqeya rasterast ji hêla hêzên dagirker ve bi giranî birîndar bûbû; û ji ber giranîya birînan, di 9 Sermawez a 1401an a Rojî de di nexweşxaneya "Seyyidulşuheda" ya li Urmiye de jiyana xwe ji dest da. Ev ciwanê 20 salî di hundurê tiromibîla xwe de li nuqta lêpirisîna "Nacît" bo armanca guleyên hêzên dagîrker.
Di 10ê Sermaweza 1401`an a Rojî de, merasima bi axê spartina Awat Qadirpûr di heyama şevê de û di bin tedbîrên ewlekarî ya zêde de li gundê "Melaler" hate lidarxistin.