Urmiye; Binçavkirina Efşîn Ezîzî û Kako Ezîzî ji hêla hêzên ewlekarî ve
09:44 - 29 Hezîran 2025

Sibeha roja Sêşemî, 3ê Pûşpera 1404an a Rojî, Efşîn Ezîzî û Kako Ezîzî, du ciwanên kurd yên xelkê bajaroka "Dîzec" ya li herêma Mirgewer ya Urmîye, ji hêla hêzên ewlekarî ve hatin binçavkirin û bo cihek nediyar hatin veguhastin.
Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlekarî bê peşkêşkirina belgeya dadgehê, ev du ciwan bi zor û lêdanê di malên wan de binçav kirin e.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçackirin û tohmetên li dijî van her du ciwanên kurd tune ye.