Sînorê Bane; Sîwan Ebdullahzade, kolberê ciwan bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî  hat kuştin

09:43 - 29 Hezîran 2025

Sibdeya  Şemiyê, 7ê Pûşpera 1404`an a Rojî, kolberê ciwan bi navê “Sîwan Ebdullahzade”, kurê Salih, xelkê gundê “Heft Taş” ya ser bi bajarê Bane, di sînorên vî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hat kuştin û kolberek din bi navê “Hisên” jî birîndar bûye.
 
Li gorî çavkaniya agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev du kolberên Kurd di navbera demjmêr 2-3ê sibehê di herêma “Awper” de di rastî bosyeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de hatibûn û di encamê de Sîwan Ebdullahzade jiyana xwe ji dest da.
 
Çavkaniya Kurdpayê dibêje; Di dema teqekirina hêzên leşkerî yên hikûmetê de, 10 hespên van kolberan jî hatin kuştin û barê wan hat girtin.