Azad Şucaî, Îdrîs Alî û Resul Ehmed Resul li girtîgeha Urmiyê hat cîbicîkirin

Sibêdeha roja Çarşemî 4ê Pûşpera sala 1404an a Rojî, Îdrîs Alî û Azad Şucaî, du welatî xelkê gundê "Dole Germe" ya ser bi bajarê Sardeştê, û Resul Ehmed Resul, welatî xelkê bajarê Silêmanî li Herêma Kurdistanê ya Îraqê, ku berê bi tohmetên "muharebe û efsad fi’l-erd bi rêya hevkarîya dewletên derve yên dijmin bo qezenca Îsraîlê" cezayê îdamê li wan hatibû birîn, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hat cîbicîkirin.
Ajansa nûçeyan a hikûmetî birêcvebirina cezayê îdamê yên van her sê girtiyên kurd wek "domandina tedbîrên qatî yên rêxistina dadgerî li hemberî faktorên Îsraîlê" ragihand.
Van her sê welatiyan di meha Pûşpera 1402an a Rojî de li Sardeştê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên îtla`ata a Urmiyê hatibûn veguhastin.
Van her sê welatiyan di heyama binçavkirinê de ji bo girtina îtirafên zorê hatibûn şkenceya laşî û derûnî kirin, û piştî zêdetirî sê mehan li ser binçavkirina demkî, cara yekem destûr hatin dayîn ku bi malbata xwe re têkilî bikin.
Wezîfedarê ewlekariyê ev her sê welatî bi "sîxorî bo Îsraîlê" û "veguhastina amûrên bikaranînê yên li ser kuştina tohmetbar kiribûn " .