Seqiz; Binçavkirina Zahîd Hecerî ji aliyê hêzên ewlekarî ve
16:41 - 22 Hezîran 2025

Sibehê Roja Îne, 30ê Cozerdana 1404`an a Rojî, Zahîd Hecerî, welatiyê kurd ê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlekarî ve hat binçavkirin û hat veguhastin bo cihê nediyar.
Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlekarî bê ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ev welatiyê kurd yê temen 47 salî binçavkirin e.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li ser sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê kurd nayê zanîn.