Hemedan; Mamoste Luqman Emînî bi danîna barimteyê hat azad kirin

22:29 - 2 Hezîran 2025

Di rojê Duşemê, 12ê Cozerdana 1404an a Rojî de, Mamoste Luqman Emînî, îpêşnimêjê mizgevta Çarryaranebî li Sine, bi danîna barimteyê ji girtîgeha Hemedanê  hat azadkirin.

Gorî çavkaniyeke agahdar, ev mamoste Kurd di dema binçavkirinê de mafê hebûna parêzer wî jê hatibû asteng kirin.

Di roja Duşemî, 1ê Banemera 1404an a Rojî de, ev mamoste Kurd dema ku wî xwe bo dadgeha taybet a ruhanîyet li Hemedanê da nasandin, bi tuohmeta "bêrêzîkirin bi pîroziyan" hat binçavkirin û bo awayek demkî hat veguhêztin bo girtîgeha Hemedanê.

Di mehê Cozerdana 1402an a Rojî de, Mamoste Luqman Emînî bi tuhmeyên "propaganda li dijî hikûmetê bo alîkarîya yekê ji partiyên Kurd ên opozîsyona hikûmeta Îranê, girtina çeka destan, hêrsandin bo xurîn û alîkarî û piştgiriya gel û serhildana şoreşger a Jin Jiyan Azadî", bi 11 sal hepsa ta’zîrî, dûrxistina bo dû salan bo bajarê Erdêbilê, qedexeya domdar a cilê ruhanîtî û qedexeya pêşnimêja înê bo heta hetay.

Di rojê Duşemê, 10-ê Reşemiyê 1401an de, Mamoste Luqman Emini ji ber piştgiriya xwe ji serhildana şoreşger a Jin Jiyan Azadî, bê fermana dadgehî, li rêya Merîwanê ji hêla hêzên ewlehî ve hat girtin û di Çarşemê, 3-ê Adarê 1401an de, bi berdana qerarê kefîlê heta qedandina pergala dadwerî, dema ku hatiye azad kirin.