Urmiye; Celal Ferecî û Rojîn Xoran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirn

18:40 - 29 Gulan 2025

Êvara roja Duşemê, 6 Cozerdana 1404`an a Rojî, Celal Ferecî û Rojîn Xoran, du welatiyên Kurd ên ji bajarokê "Zîveh" ê li herêma Mirgewer a Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û birin cihekî nediyar.
 
Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê avêtin ser malên van her du welatiyan û ew binçavkirin e.
 
Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Piştî binçavkirina van her du welatiyên Kurd, hêzên ewlehiyê li herêma Mirgewerê dewriye digeriyan.
 
Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Heta niha, hewldanên malbatê ji bo zanîna çarenivîsa wan bê encam mane.
 
Piştî lidarxistina merasîma Nowroz 2665 li Urmiyê, Celal Ferecî û her du biraziyên wî, Rojîn û Rana Xoran, ji bo saziyên ewlehiyê hatin gazîkirin.