Cezayê îdamê yê Rehîm Emîrî û Emîr Îbrahîmî, du girtiyên xelkê Hersînê, li Girtîgeha Navendî ya Kerecê hat bicîhanîn

21:41 - 27 Gulan 2025

Sibeha roja Sêşemê 6ê Cozerdana 1404an a Rojî, du girtiyên bi navên "Rehîm Emîrî" û "Emîr Îbrahîmî" yên xelk Hersîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê li Girtîgeha Navendî ya Kerecê hatin îdamkirin.

Ev her du girtî roja Yekşemê, 4ê Cozerdana1404an a Rojî, ji bo bicihanîna cezayê îdamê hatibûn veguhestin bo girtîgeha navendî ya Kerecê.

Rehîm Emîrî û Emîr Îbrahîmî nêzîkî 6 salan beriya niha di du dozên cuda de bi tohmetên têkildarî tohmetên kirîn û firotina madeyên hişber hatibûn binçavkirin û ji aliyê dadweriyê ve cezayê îdamkirinê li wan hatibû birîn.

Heta niha nûçeya îdamkirina van her du girtiyan ji aliyê rayedarên fermî an medyaya hundirîn a Îranê ve nehatiye ragihandin.