Bokan; Celal Vefayî û Ferdîn Vefayî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

10:28 - 27 Gulan 2025

Sibeha roja Duşemê 25ê Cozerdana1404an a Rojî, du birayên bi navê "Celal Vefayî" û "Ferdîn Vefayî" yên xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatin birin.

Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlehiyê demjmêr 3ê sibê bêyî belgeya dadgehê ev her du welatiyên Kurd binçavkirin e.

Celal Vefayî xwedî derbasiya binçavkirinê û cezayê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sbeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî van her du welatiyên Kurd hatine vekirin de ti agahî tune ye.