Mamoste Berzan Melikî piştî ku ji bo Dadgeha Rûhanî ya Taybet a Hemedanê hate gazîkirin, hate binçavkirin

10:27 - 27 Gulan 2025

Roja Duşemê 5ê Cozerdana 1404an a Rojî, Mamoste Berzan Melikî, pêşnimêjê înê û mamosteyê Mizgefta Şêxîn Ceme li Sine, piştî ku ji bo Dadgeha Rûhanî ya Taybet a Hemedanê hate gazîkirin û li dadgehê amade bû, hate binçavkirin.

Ev melayê Kurd jî roja Yekşemê, 4ê Cozerdana 1404an a Rojîbo îdareya îtla`ata Sine hatibû gazîkirin û du demjmêran lêpirsîn lê hatibû kirin.

Roja Duşemê 8ê Rêbendana, 1403an a Rojî, hêzên ewlehiyê Berzan Melikî, pêşnimêjê înê û mamosteyê Mizgefta Mezin a Şêxîn a Sine, û hejmarek ji xwendekarên wî, 20 kîlometran dûrî Sine li Dêhgolanê binçavkiribûn, û rê li ber wan girtibûnda ku niçin vexwendineke fermî ji Mizgefta Mekkeyê li Zahidanê.