Newsûd; Mihemed Rehîmî, kolberekî ciwan, bi guleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê hat kuştin
19:26 - 25 Gulan 2025

Sibeha roja Yekşemê, 4ê Cozerdana 1404an, kolberekî Kurd bi navê "Mihemed Rehîmî", kurê Xefûr, xelkê bajarê "Banevere" ya ser bi bajarê Pawe, di encama gulebarana hêzên leşkerî yên hikûmetê de li ser sînorê Newsûd hat kuştin.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyekê rasterast gule li kolberan reşandine.
Çavkaniya agahdar got jî: "Ev kolber ji ber giraniya birînên xwe mir."
Niha cenaze li îdareya edlî ya bajarê Paweyê ye. Mehemed Rehîmî zewicî ye û zarokekî wî heye.