Mehabad; Piştî 13 rojan ji binçavkirina bê merc, ti agahî li ser çarenivîsa Tûfîq Emînî nayê zanîn

2ê Cozerdana 1404`an a Rojî, ev 13 rojin li ser binçavkirina bê sebeb a Tûfîq Emînî de derbas dibin lê hîn, ti agahî li ser çarenivîs û cihê ragirtina wî, welatiyekî Kurd ê ji Mehabadê, tune ye.
Li gorî çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Roja Yekşemê, 21ê Banemera 1404an a Rojî, Tûfîq naskirî bi (Çiya) Emînî, welatiyekî Kurd ê xelkê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
Çavkaniya agahdar ji Kurdpayê dibêje; Pêşî, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê êrîşî mala vî welatiyê Kurd kiribûn, û tevî nebûna wî li malê, di vê kiryara bêdadwerî de telefona yek ji endamên malbatê jî şikandin. Lê belê, welatiyê Kurd di heman rojê de paşê hate binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Tûfîq Emînî de hatine kirin, an jî çarenivîsa wî de ti agahî tune ye.