Seqiz; Bêhrûz Feyzî bi 8 meh girtîgeh hat cezakirin

Bêhrûz Feyzî welatiyê bajarê Seqizê bi tohmeta “propagandakirina li dijî hikûmetê bi rêya qada înternetê” ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê, bi serpereştiya dadwer Mucteba Xefarî, bi 8 meh girtîgeh hat cezakirin.
Li gorî biryara Dadgeha Şoreşê ya Seqizê, 4 meh ji vê cezayê 10 milyon Tûmenî û 4 mehên mayî jî ji bo salekê hatiye rawestandin.
Ev welatiyê 43 salî, roja Şemî 18’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, piştî danîna barimteya 600 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Seqizê hat berdan.
Roja Çarşemî 10ê Rêbendana 1403an aRojî, Bêhrûz Feyzî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bê belgeya dadwerî hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, bo girtîgeha Seqizê hatibû veguhastin.
Feyzî beriya niha ji bo Îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran a Seqizê hatibû gazîkirin û jêpirsîn hatibû kirin.