Şino; Mesûd Xizrî û Ebûbekir Xatemî bi danîna barimteyê hatin berdan

23:15 - 10 Nîsan 2025

Roja Pêncşemî 1ê Xakelêwey a 1404an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Mesûd Xizrî” û “Ebûbekir Xatemî” xelkê bajarê Şinoyê, piştî bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî, bi awayekî demkî hatin azadkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev her du welatiyên Kurd piştî danîna barimteya 700 milyonî heta dawiya dadgehê bi awayekî demkî ji girtîgeha Şinoyê hatin berdan.
 
Sibeha roja Yekşemî 26ê Reşemeh a sala 1403an a Rojî, Ebûbekir Xatemî xelkê devera Teçîn avaya bajarê Şinoyê, bê belgeya dadgehê û di serdegirtina hêzên ewlehiyê de bo ser mala wî, bi helkefta cejna Newrozê hatibû binçavkirin.
 
Êvariya roja Şemiyê 25’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, Mesûd Xizrî xelkê gundê “Şawane” ya ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.
 
 Heta niha li derheq sebeba binçavkirinê û tometên li dijî wî de agahî nehatine bidestxistin.