Kirmaşan; Mamoste Ayet Qulamî piştî ku ji bo Dadgeha Taybet a Ruhaniyê hat gazîkirin, hat binçavkirin

Roja Çarşemî 3’ê Banemera 1404’an a Rojî, Mamoste Ayet Qulamî mamosteyê olî û pêşnimêjê înê yê mizgevta “Mihemed el-Mustafa” a Kirmaşanê û mamostayê mekteba Zanistên Olî, piştî gazîkirina bo taya dadgeha taybet a rûhaniyet ya Kirmaşanê û amadebûna wî hat binçavkirin.
Roja Çarşemî 19ê Pûşpera 1403an a Rojî, piştî gazîkirina vî meleyê Kurd bo Dadgeha Taybet a Ruhaniyet ya Kirmaşanê ji bo ewlehiyê, bi destûra vê saziya ewlehiyê, ji serkirdayetiya civatan û çalakiyên li mizgeftê hat qedexekirin.
Ev mamosteyê sunnî meseb beriya niha gelek caran ji ber piştgirînedana hilbijartinên hikûmetê, îmzakirina daxuyaniyekê li dijî îdamkirina mamoste Mihemed Xidrnejad, binçavkirina mamostayan û qedexekirina çalakiya wan, protestokirina kuştina kolberan û barhilgirên sotemeniyê, rexnekirina karbidestên hikûmetê û lidarxistina merasîmên olî yên sunnî, bo dezgehên ewlehiyê hatibû gazîkirin.