Avdanan; Seîd Zergoş ji aliyê hêzên elegize ve hat binçavkirin
20:08 - 21 Nîsan 2025

Roja Yekşemî 31’ê Xakelêweya 1404’an a Rojî, Seîd Zergoş ciwanekî 32 salî û xelkê bajarê Avdanan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê ev xortê kurd binçavkirin e.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Seîd Zergoş bi tohmeta belavkirina postên nerazîbûnê li ser torên civakî hatiye binçavkirin.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê hanê li ber dest nine.