Mamoste Loqman Emînî piştî ku derket pêşberî dadgeha taybet a rûhanî ya Hemedanê hate binçavkirin

Îro Duşemî 1’ê Banemera 1404’an a Rojî, Mamoste Loqman Emînî, melayê îniyê yê Mizgefta Çaryar Nebî ya bajarê Sine, piştî ku derket pêşberî dadgeha taybet a Ruhanî ya bajarê Hemedanê, hate binçavkirin.
Ev meleyê Kurd pêştir jî gazînameyek wergirtibû ku roja Duşemî 1’ê Banemera 1404’an a Rojî , li ber dadgeha taybet a Ruhanî ya Hemedanê derkeve.
Mamoste Loqman Emînî di Cozerdana sala 1402’an a Rojî de, bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê di berjewendiya yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de, xwedîkirina çeka destan, handana ji bo serhildanê û piştevanîkirina ji şoreşê û nerazîbûna xelkê, bi 11 sal girtîgeh, 2 sal dûrxistin bo Erdebîl, dûrxistina hertimî ji cil û bergên olî û qedexekirina xutbeyên înê, hat cezakirin."
Roja Duşemî 10’ê Rêbendana 1401’an a Rojî, mamoste Loqman Emînî bi tohmeta piştevanîkirina ji serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan Azadî” bêyî belgeha dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li ser rêya Merîwanê hatibû binçavkirin. Roja Çarşemî 3’ê Reşemî 1401’an, piştî danîna barimteyê heta dawiya dadgehê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.