Cezayê îdamê yê girtiyê Baneyê Yadgar Rehîmnejad li Girtîgeha Kirmanê hat cî bi cî kirin

23:23 - 15 Nîsan 2025

Sibeha roja Sêşemî 26’ê Xakelêweya 1404’an a Rojî, girtiyê Kurd ê bi navê “Yadgar Rehîmnejad” xelkê Baneyê, li girtîgeha navendî ya Kirmanê hat îdamkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar hukmê îdamê yê girtiyê piştî hevdîtina dawî ya bi malbata wî re hatiye cîbicîkirin.
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Yadgar Rehîmnejad du salan beriya niha bi tohmeta “Kirîn û frotina maddeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin.
 
Yadgar Rehîmnejad kurê Mihemed e, zewicî ye û du zarokên wî hene.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.