Peyman Nadirî û Kerîm Esmaîlî li Girtîgeha Navendî ya Bender Ebasê hatin îdamkirin
23:23 - 15 Nîsan 2025

Sibeha roja Sêşemî 26’ê Xakelêwey a 1404’an a Rojî, du girtiyên Kurd bi navên “Peyman Nadirî” xelkê Kirmaşanê û “Kerîm Îsmaîlî” xelkê bajarê Îslamavaya Rojavaya Îranê, li girtîgeha navendî ya bajarê “Bender Ebas”ê de hatin îdamkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, Peyman Nadirî yê 28 salî du salan beriya niha bi tohmeta “Kirîn û frotina maddeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin.
Vê çavkaniya agehdar got jî: Kerîm Êsmaîlî sê sal beriya niha jî bi tohmeta “Kirîn û firotina maddeyên hişber” ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatbû cezakirin.
Heta niha nûçeya îdamkirina van du girtiyên Kurd ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.