Li ser çarenivîsa Ebdulda Ejîr yê binçavkirî agahî nehatin bidest xistin

Tevî ku nêzîkî mehekê bi ser binçavkirina welatiyê gundê “Serokanî” a ser bi bajarê Pîranşarê “Ebdullah Ejîr” re derbas dibe, lê ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de li ber dest nînin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd di dema binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye.
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heya niha hewlên malbata Ebdullah Ejîr ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam mane.
Ev welatî li 26’ê Reşemeha 1403’an a Rojî de, bêy belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe de hatiye binçavkirin û bo ciheke nediyar hatiye veguhastin.
Di dema binçavkirina vî welatiyê Kurd de, hêzên ewlehiyê dest danîne ser hinek kelûpelên wî yên şexsî û birine.
Ebdullah Ejîr temen 45 saliye û kurê Mistefa ye, zewicî ye û sê zarokên wî hene.
Heya niha ti zanyariyên teqez li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd nehatine bidest xistin.