Murad Ustiwar piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Nexedeyê hat berdan

22:32 - 8 Nîsan 2025

Roja Sêşemî 19’ê Xakelêweya 1404’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Murad Ustiwar” xelkê “Peswê” a ser bi bajarê Pîranşarê, piştî danîna barimteyê heta dawiya dadgehê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexede hat azadkirin.
 
Ev welatiyê han piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Urmiyê bo girtîgeha Nexede hatibû veguhastin.
 
Sibeha roja Duşemî 1’ê Rêbendana 1403’an a Rojî, hêzên ewlehiyê bê belgeya dadweriyê avêt li ser mala vî welatiyê Kurd û ev binçav kirin.
 
Murad Ustiwar temen 45 salî û kurê Salih e, zewicî ye û du zarokên wî hene.
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatî de ti zanyariyên teqez nehatine bidest xistin.