Mehabad; Çiyager û çalakvanê jîngehparêz Mihemed Remezanî bi  danîna barimteyê hat berdan

01:07 - 5 Adar 2025

Roja Yekşemî 12ê Reşemeha 1403an a Rojî, Mihemed Remezanî, çiyager û çalakvanê jîngehparêz ya bajarê Mehabadê, piştî barimteyê heta dawiya dadgehê, bi awayekî demkî ji girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina malbata xwe re bêpar bûye.
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Remezanî ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, bo girtîgeha Mehabadê hat veguhastin.
 
Sibeha roja Yekşemî 7ê Rêbendana 1403an a Rojî, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, avêtin ser mala vî çalakvanê jîngehparêziyê û bi bikaranîna tundûtûjiyê ev binçav kirin.
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirina Remezanî û tohmetên ku li ser wî hatine kirin, ti zanyariyên teqez nehatine bidest xistin.