Sine; Mehmûd Nadirî piştî ku bo Îdareya Îtlaatê hatibû gazîkirin hat binçavkirin

Roja Sêşemî 14’ê Reşemeha sala 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mehmûd Nadirî” xelkê gundê “Dadane Kemanger”a ser bi navçeya Kelaterzan a bajarê Sine, piştî gazîkirina bo Îdareya Îtilaata bajarê Sine hate binçavkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, roja Duşemî 4ê Reşemeh ev welatiyê temen 46 salî bi rêya peywendiyeke telefonî bo îdareya Îtlaata Sine ya ser bi Meydana Ferwerdîn a wî bajarî ve hatiye gazîkirin.
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Sedema gazîkirin û binçavkirina Nadirî, bikaranîna “camane” û “cil û bergên xakî” ji aliyê beşdarên merasima daweta kurê wî li hola “Mêhr” a bajarê Sine bo piştevanîkirin ji 58 welatiyên Kurd bû ku bi tohmeta “govend û dîlanê” ji bo yek ji tayên lêkolînê yên dadgeha Pîranşarê hatibûn vexwendin.
Ev welatiyê Kurd beriya niha jî çend caran bo îdareya Îtlaatê hatibû gazîkirin û lêpirsîn ji wî re hatibû kirin.
Mehmûd Nadirî zewicî ye û sê zarokên wî hene.