Çalakvanê medenî û jîngehparêz Karo Elîdad bi danîna barimteyê hat berdan

13:11 - 3 Adar 2025

Roja Şemî 11’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, Karo Elîdad, xebatkarê medenî û jîngehparêzê xelkê Merîwanê, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha navendî ya Sine, bi awayekî demkî hat azadkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê medenî piştî danîna barimteya 800 milyon Tûmenî ji girtîgeha Sine hatiye azadkirin.
 
Karo Elîdad, roja Çarşemî 2ê Reşemî 1403an, ji aliyê hêzên ewlekarî ve li cihê karê xwe, bê belgeya hat binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Sine hatibû veguhastin.
 
Heya niha ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û cihê girtina vî ciwanê 21 salî de nînin.