Nasir Ehmedzade piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Mehabadê hat berdan

Roja Yekşemî 12’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, Nasir Ehmedzade welatiyê Mehabadê, piştî danîna barimteyê, bi awayekî demkî ji girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, ji navendeke ewlehiyê bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin û piştî danîna barimteya Yek milyar Tûmenî hatiye azadkirin.
Sibeha roja Yekşemî 7ê Rêbendana 1403an a Rojî, demjimêr 02:00`ê serê sibê, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê li taxa “Kanî Sûfî Reşîd” a bajarê Mehabadê, avêtin ser mala şexisî ya vî welatiyê û ev binçav kiribûn.
Nasir Ehmedzade 33 salî ye, zewicî ye û zarokek wî heye.
Heya niha belavbûna vê nûçeyê li derheq sebeba binçavkirina Ehmedzade û tohmetên ku li dijî wî hatine kirin, ti zanyariyên teqez nehatine bidest xistin.
Ev welatiyê Kurd, roja Yekşemî 23’ê Gelawêja 1401’an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, bêyî ku belgeya dadwerî nîşan bidin, hatibû binçavkirin û roja Yekşemî 13’ê Xermanana heman salê, piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, ji girtîgeha Mehabadê hatibû azadkirin.