Mehabad; Berdewam binçavkirin û bê agahî li derheq çarenivîsa Îdrîs Mihemedzade

13:08 - 3 Adar 2025

Tevî ku heftiyek bi ser binçavkirina welatiyê bajarê Mehabadê Îdrîs Mihemedzade re derbas bûye, lê heta niha ti zanyariyek li derheq çarenivîsa wî de li ber dest nîne.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd ji dema binçavkirinê ve heta niha ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina malbata xwe bêpar bûye.
 
Çavkaniya haydar her wiha got: Tevî hewlên şopandina malbata Îdrîs Mihemedzade, hêzên ewlehiyê red kirin ku bersiva zelal li derheq çarenivîsa wî bidin.
 
Ev welatî li 4’ê Befranbara 1403’an a Rojî, bi rêya telefonê bo Îdareya Îtila`ata Mehabadê hatibû gazîkirin.
 
Heya niha ti zanyariyên teqez li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd nehatine bidest xistin.