Êsferayen; Cezayê îdamê yê Şoaib Rizapûr li ber çavan hat cîbcîkirin

22:42 - 1 Adar 2025

Sibeha roja Înê 10’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, girtiyê Kurd bi navê “Şoeîb Rizapûr” 30 salî, xelkê gundê “Sost” a ser bi bajarê Êsferayen a ser bi  parêzgeha Xorasana Bakûr, li ser pira “Pol Beheşt” a wî bajarî, li ber çavan hat cîbicîkirin.
 
Li gor çavkaniyeke haydar, ev girtî di sala 1401’an a Rojî de bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê taya duyem a dadgeha tawanan a jimare 1 a Bocnûrdê cezayê îdamê lêhatibû birîn.
 
Dozgerê Parêzgeha Xorasana Bakûr di hevpeyvînekê de digel medyaya fermî ragihand: “Tohmebarê vê dosyeyê ku demsala Havîna sala 1401’an a Rojî Elîreza Ferzane bi çend kêran kuştibû, bi kiryareke bilez a dadwerî hate binçavkirin û di demek herî kurt de hate dadgehîkirin”.
 
Li ser daxwaza dê û bavê wî, hukmê îdamê yê Şoebî Rizapûr li cihê bûyerê, li ser pira Beheşt a bajarê Êsferayenê, bi eşkereyî hat cîbicîkirin.