Li ser rêya Ciwanroyê û Selas Bawecanî di qezaya trafîkê de kolberek jiyana xwe ji dest da

23:50 - 31 Adar 2025

Êvara roja Duşemî 11ê Xakelêweya 1404an a Rojî, kolberek ciwan bi navê “Şehab Kerîmî” kurê Ehmed, xelkê gundê “Bangar” û rûniştiyê “Taze ava” ya Selas a Bawecanî, li ser rêya Ciwanro û  Selasa Bawecanî di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da.
 
Li ser xaçerêya gundê “Srrab Bes”  ya di navbera Ciwanro û Selas Bawecanî, Tiromibîla ku kolber tê de bûn qeza kir û kolberê 21 salî ji ber giraniya birînên xwe li Nexweşxaneya Ciwanroyê jiyana xwe ji dest da.
 
Termê wî kolberî niha li morga Cewanrûdê ye.