Seqiz; Seyfulla Xan Qefarî bi danîna barimteyê hat berdan

23:40 - 31 Adar 2025

Roja Şemiyê 9ê Xakelêweya 1404an a Rojî, Seyfulla Xan Qefarî, welatiyê gundê Başbilaxê û rûniştiyê bajarê Seqizê, piştî danîna barimteya ji 100 milyon Tûmenî, ji girtîgeha wî bajarî hat berdan.
 
Roja Înê 1’ê Xakelêweya a 1404’an a Rojî, ev welatiyê Kurd piştî beşdariya di rêûresma Newrozê de li gundê “ Kela Kohne” a Seqizê, bê belgeya dadwerî hatibû binçavkirin.
 
Ev welatiyê temenmezin ji ber xwendina helbesta helbestvanê Kurd Mamosta Qan`i ya bi navê “Em bi azadî nejîn, em ê di bin kirasê lûleyê de bimirin” di rêûresima Newrozê de li gundê “Kela Kohne” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û piştî bidawîbûna pêvajoya lêpirsînê, bo girtîgeha Seqizê hatibû veguhastin.
 
Seyfulla Xan Qefarî di sala 1326an a Rojî de hatiye dinyayê.