Tepeserkirina Newrozê li Kurdistanê; Omîd Mewlûdîyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin
00:44 - 29 Adar 2025

Rojî roja sêşemî 5ê Xakelêweya a sala 1404an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Omîd Mewlûdiyan” xelkê gundê “Kehrîze Serdar” a ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gor jêderekî agehdar, hêzên asayîşê ew ciwanê 22 salî bêyî fermanek li malê girtine.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê han bi hinceta beşdariya di rêûresima Newrozê de hatiye binçavkirin.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti agahiyek li derheq çarenivîs û tohmetên li derheq Omîd Mewlûdîyan de li ber dest nîne.