Berdewam binçavkirin û bê zaniyarî ji çarenivîsa Mistefa Hijberî
00:43 - 29 Adar 2025

Roja Yekşemî 3’ê Xakelêweya sala 1404’an a Rojî de, welatiyekî Kurd bi navê “Mustafa Hijberî” temen 28 salî, kurê Sedîq, xelkê gundê “Qolyan” a ser bi bajarê Sine ve, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û tu agahî li derheq binçavkirina wî de nine.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han bêyî belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û heta niha mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe jê re hatiye qedexekirin.
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: “Heya niha hewlên malbatê ji bo zanîna çarenivîsa vî welatiyê kurd bê encam mane”.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî Mistefa Hjberî hatine kirin, ti zanyariyek berdest nîne.